Ji ronahiya şevên tarî Rêber Apo re

Ji roja ku min navê te bîhîst û naskir, jiyanê hîs dikim, dizanim ku ez kîme û divê çawa bijîm. Yanê hizr û ramana te min, bi min da nasîn û ez hîn kirim ku bi wate bijîm. Te ez fêrî alfabeya azadî û serbestiyê kirim. Di dibistana te de çi qas min zahmetî jî kişandibe, tu rojek ji rojan min dudilî û poşmanî jiyan nekir. Ji ber ku min tê de hêza wateyê kişf kir, hêza raman û hêza mirov jî. Pir kêm be jî min fêm kir ku tu tiştekî ne pêkan nîne û bi şertê ku mirov di armanca xwe de cidî be û pê bawer be, dê mirov her dem bigihêje armanca xwe. Min wek jinekê û wek Kurdekî azadî kir armanc û ji dil pê bawer kir. Ji bo vê jî ez bi hesreta vêya bûm ku tenê ji bo keliyekê be jî te ji nêz de bibînim, te hembêz bikim û bêhnek bidim, paşê jî tişta ku di dilê min de ye di derbarê azadiya xwe, jin û gelê xwe de bi te re guftûgo bikim. Lê belê di sala 1998’an de qomploya qirêj a navnetewî ji hundur û derve de ketin navbeyna te û min û bi hezaran kesên wekî min ku ji bo dîtana te di heman hest û heviyê de bûn. Dîl ketina we di min de zêdetir hejandineke bi hêz û biryara azadiyê çêkir, min hêvî û bêrîkirina dîtina we tu car winda nekir. Lê min her dem hewl dida ku pir ji nêz ve te hîs bikim. Lewma min gelek caran di hundurê xwe de bi te re diyalog dikir û min hîsdikir ku tu wek deng û enerjiyekê dikeve hinavên min û min jê îlham digirt. Çend car jî tu bûyî mêvanê xewnên min û ez pir pir pê kêfxweşbûm. Bi rastî jî ez nikarim bi tevahî hest û ramanên xwe di derbarê we de bilêv bikim. Lê belê ji sala 1999’an şûn ve her dem rastiyekî di mejiyê min de deng vedida ew jî ev e ku min nekarîbû dîl girtina mirovekî mezin wekî we dahurînim û min digot ev mirov ew der heq nekiriye. Bêguman ez berpirsiyarên dîlgirtin, tecrida rêbere gelekî û rênasê mezin yê mirovatiyê tenê dewletên rûreş ên cîhanê nabînim. Bi qasî sextekarî, durûtî û xiyaneta dewletên desthilatdar lewazî û nebesiyên hevaltiya xwe û hevalên dîtir jî berpirsyar dibînim. Lewma her dem li hemberî we, gel û jinên ku bengiya xwe ya azadiyê bi we ve girêdane, xwe şermezar didîtin.

Îro jî di 15’ê Sibata 2006’an de, em dikevin salvegera heştemîn a dîl ketina Rêber Apo. Komplaya navnetewî pêvajoyeke nû û bi metirsî li ser Îmraliyê û Kurdistan bi giştî destpê kiriye.Dixwazin hemû ked, xebata aştî û demokrasiyê ya Rêber Apo û gelê Kurd vala derxin û pir eşkere bangawaziya radestbûn û dev ji Rêber Apo berdanê dikin. Dixwazin me kedî bikin û me fêrî jiyaneke bê Rêber Apo, bê bîrdozî û bêvîn bikin. Ji bo vê îro gelê Kurd li her çaraliyê cîhanê li dijî siyaseta qirkirinê ya ku li ser Serokatî tê meşandin nerazîbûna xwe nîşan dide. Ez jî mîna şagirtekî we li hemberî wan êrîşên ne rewa dixwazim di 15’ê Sibata îsal de, di nava gelê xwe de wekî jinêkê girêdana xwe ya bi we re dubare bikim û germahiyekê bidim çalakiyên berxwedana gelê me. Bi agirê bedena xwe dixwazim peyamekê bidim mejî û dilên qeşagirtî ya şeristaniya civaka çînayetî. Mîna gelek mirovên din jî dixwazim di dadgeha dîrokê de bibim şahidekî ji bo dest nîşan kirina zordarî û derewkariya sîstema dadê û mafê mirovê yê rojava.

Rêberê min! Ev çalakiya ku ez li dardixim tevî ku nerazîbûn û serhildaneke li dijî ew neheqiya ku ji aliyê dewletên serdest ve li hemberî we û gelê Kurd tê meşandin, di heman demê de rexnedaneke hevaltiya kêm û lewaz e û li pêşiya dîrok û gelê xwe ji hesta şermezarî û bêrûmetiyê rizgarbûna min e. Asta îdîa û baweriya min heta ku kesek jî bimîne ev felsefe û xeta we ya jiyanê dê her bijî û serkeve. Gelek kes dibêjin û dihizirin ku birdoziyê di kesayetiya we de tunebikin û nehêlin. Lê ez vê pir cidî nagirim û wekî îdîayeke pir vala dibînim. Ji ber ku êdî hûn di dil, mejî û hucreyên di milyonan kesan de bi taybetî jî di dilê jinan de bi cih bûne. Hûn bûne malê dîrok û civakê. Te her car girêdan û rastgotina jinê bi me da nasîn. Îro jî ruxmê hemû kêmasî û lewaziyên me dixwazim rexnedana xwe bidim û biryarbûyina xwe di xeta sosyalîzma zanîstî û demokratîk û pradigmaya nû de nîşan bidim. Pir kêm jî be peyamekê bidim paşverûtiya hundurîn û êrîşên ji derve. Gelek caran min jî wekî hevalên şehîd digot; “Xwezka ji canê min buhatir tiştekî din hebûya ku min di riya azadiya Serok, gel û jinên bindest de gorî bikira” Piştî girtina we di sala 1999’an de jî her dem biryara li darxistina çalakiyeke wisa di mejiyê min de hebû. Lê ji ber ku şert û merc ji tiştekî wisa re ne guncaw bûn, bi taybetî jî ji bo ku we aciz nekim min hewl da di jiyanê de duristbûyin û girêdana xwe ya bi we re nişan bidim. Îro jî dizanim ku dibe hûn vê çalakiyê nepejirînin û rexne bikin, lê çi bikim Serokê min? Hinek evîndar dibin destê hevûdu digirin û direvin, ê evîndarbûna min jî ev e. Dilê min bêyî we, bê kenîn û zerdekena li ser lêva zarokên welatê min, rehetî nabîne û nahewe. Ji ber ku min biryara xwe di pêvajoyeke wisa hesas de heta sala heştemîn a dîlketin û dûriya we dereng xist, lêborîna xwe dixwazim.

Dixwazim vêya jî bêjim ku pir bi hêvî û moral im. Bi taybetî jî dema ku ji bo diyarkirina komîta ji nû de avakirina PKK de te navê min anî ser zimên û pirsa min kir, min hîs kir ku te xelata herî mezin daya min. Ez vê wek rûmetekî pir mezin dibînim. Her dem perspektîfa we ji bo şoreşa başûr ku we nola ‘şoreşa jinê’ behs dikir, di min de moralekî mezin çêdikir û meyl dida têkoşîna min. Aniha jî di nava vê bêdengiya mirinê ku li başûr heye de, dixwazim wek jineke ji başûr pir kêm jî be deyn û berdêla ked û qenciyên we bidim. Pir şad dibim ku encamekî serkeftî bi destxînim. Di dawiyê de silav, hezkirin û hesreta dîtina te ya xwe pêşkêşî te mirovê bêhempa dikim. Ji bîr nekin, em pir bêriya we dikin, pir bêriya we dikin…

Ligel Silav Rêz û Hesrata xwe
21. 01.2006

 

VIYAN.info

بڵاوکرایەوە
هاوپۆلکراوە وەک 0LTR، Kurmamcî